Fotos und Illustration: Susanne Eiynck-Smith
Sprecher Deutsch: Stephan Niemand
Übersetzer und Sprecher Kurdisch: Mahmut Aydin
© Mulingula e.V., lizensiert unter CC BY-NC-ND 4.0

 

Abspielen

Der Schulausflug

 von Paul Maar

 

Abspielen

Seyrana dibistanê

ji Paul Maar 

 

Abspielen

Tina und Tim sind Freunde.
Und seit diesem Schuljahr sind sie sogar in einer Klasse.

Ihre Lehrerin heißt Frau Bode.
Frau Bode ist sehr freundlich. Sie hat gute Ideen.

 

Abspielen

Tîna û Tîm heval in.
Û ji vê sala perwerdehiyê ve, ew herwiha di heman polê de ne.

Navê mamosteya wan Xanim Bode ye.
Xanim Bode pir dilgerm e. Ramanên wê  baş in.
 

Abspielen

Sie plant mit der Klasse einen Ausflug. Die einen wollen wandern, die anderen wollen lieber mit dem Bus fahren.

„Am besten machen wir beides", sagt Frau Bode.

„Wir fahren mit dem Bus zum Steigerwald. Dann lassen wir den Bus am Waldrand stehen und wandern zu einer Ruine.“

„Zu welcher Rinne wandern wir?" fragt Jörn.

„Eine Ruine", verbessert Tina. "Das ist ein kaputtes Haus."

Frau Bode nickt. „Ja, es sind die Reste von einer alten Ritterburg. Ganz dicke Mauern und ein hoher Turm."

Abspielen

Ew bi polê re seyranekê plan dike. Hin dixwazin bimeşin, yên din dixwazin ku bi otobûsê biçin.

Xanim Bode dibêje, “Çêtir e ku em herduyan jî bikin.”

“Em ê bi otobûsê biçin daristana Steigerwaldê. Piştre em ê otobûsê li kêleka daristanê bihêlin û ber bi kavilekî ve biçin.”

Jörn dipirse, “Divê em ber bi kîjan erqê ve biçin?”

Tîna sererast dike, “Kavilek e. Ew xaniyekî kavilbûyî ye.”

Xanim Bode serê xwe dihejîne. “Erê, ew bermahiyên keleheke şovalyeyan a kevn in. Dîwarên pir stûr û bircekî bilind.”

Abspielen

Am Mittwoch früh treffen sich alle am Schillerplatz.

Da wartet schon der Bus. Pünktlich geht es los.

Nach drei Stunden hält der Bus am Waldrand. Der Fahrer sagt: „Ich warte hier solange.“

 

Abspielen

Sibeha Çarşemê, her kes li Schillerplatzê dicive.

Otobûs li wir rawestiyaye. Em tam di dema xwe de diçin.

Piştî sê saetan, otobûs li kêleka daristanê radiweste. Şofêr dibêje, “Ez ê li vir li bendê bim.”

Abspielen

Ein paar aus der Klasse wollen gleich losrennen.

Frau Bode ruft: „Nicht so schnell! Wenn wir jetzt durch den Wald gehen, gelten folgende Regeln:

Wir bleiben zusammen, keiner rennt allein weg.
Und keiner geht vom Weg ab.
Es ist gefährlich hier im Wald.
Ich möchte keinen von euch verlieren.
Habt ihr das verstanden?"

Abspielen

Çend kesên ji polê dixwazin birevin.

Xanim Bode bang dike: "Ne ewqas bilez! Dema ku em niha di nav daristanê de dimeşin, rêzikên jêrîn derbasdar in:

 

Em bi hev re dimînin, kes bi tena serê xwe nareve.
Û kes ji rê dernakeve.
Li vir, nava daristanê bixeter e.
Ez naxwazim yekî ji we winda bikim.
Ma we ev fêm kir?"

Abspielen

Als sie eine Weile gewandert sind, kommen sie an eine Stelle, wo viele Büsche stehen.

Bastian entdeckt es zuerst: „Himbeeren!" schreit er.

Die anderen sind schon bei den Büschen und stopfen sich den Mund mit Beeren voll.

„Fünf Minuten habt ihr Zeit", sagt Frau Bode.
Nach einer Weile ruft sie: "So, genug jetzt! Wir müssen weiter."

Abspielen

Piştî demeke meşê, ew digihîjin cihekî gelek devî lê hene.

Bastian pêşî wan dibîne û diqîre, "Tûşêmî!" 

 

Yên din jixwe li devî ne û devê xwe bi tûyan tijî dikin.

Xanim Bode dibêje, "Pênc deqeyên we hene."
Piştî demekê, ew gazî dike, “Baş e, bes e! Divê em berdewam bikin.”

 
 

Abspielen

Als sie wieder unterwegs sind, sagt Tina zu Tim: "Schade, dass wir weiter mussten.
Die Beeren waren so lecker!“

 
 

Abspielen

Dema ku ew dîsa di rê de ne, Tîna ji Tîm re dibêje, "Xemgînî ye ku em neçar man ku em biçin. Tûşêmî pir xweş bûn!"

Abspielen

Nach zehn Minuten kommen sie zur Ruine.

Erst steigen alle auf den Turm.

Tina und Tim probieren aus, wie lange ihre Spucke von der Turmspitze bis zum Waldboden braucht.

Als alle wieder unten sind, sagt Frau Bode: „Hier machen wir nun eine halbe Stunde Pause. Jetzt dürft ihr eure Brote auspacken. Aber bitte, bleibt hier. Dass mir keiner weggeht!"

 

Abspielen

Piştî deh deqeyan, ew digihîjin kavilan.
Pêşî, her kes hildikişe ser bircê.

Tîna û Tîm diceribînin ku tifa wan çiqas dem digire ku ji serê bircê bigihîje erdê daristanê.

Dema ku her kes vedigere xwarê, Xanim Bode dibêje: 
Em ê li vir nîv saetekê bêhna xwe bidin. Niha hûn dikarin nanên xwe derînin. Lê ji kerema xwe li vir bimînin. Bila kes neçe!"
 

Abspielen

Tina guckt nach, was Mama ihr mitgegeben hat. „Oh, nein“,  stöhnt sie. „Käsebrot!“

„Magst du Käse?", fragt sie Tim.
„Ja, gern", antwortet Tim und lacht.
Tina fragt Tim: „Tauschen wir?"
„Ja, gern," sagt Tim und lacht noch mehr.
Dann zeigt er Tina sein Brot: Auch Käse!

„Ich hol mir einfach ein paar Himbeeren", sagt Tina.

„Das geht nicht", flüstert Tim. „Du hast doch gehört, was Frau Bode gesagt hat."

„Die merkt das gar nicht", flüstert Tina.
„Bis die Pause vorbei ist, bin ich längst wieder hier." Heimlich schleicht sie weg.

Abspielen

Tîna li tiştê ku dayika wê bi wê re şandibû dinêre. Axîn dike, "Na, na." "Nan û penîr!"

Ji Tîm dipirse, "Tu ji penîr hez dikî?" 
Tîm bi ken bersivê dide, "Erê, ez hez dikim."
Tîna ji Tîm dipirse, "Em ê biguherin?"
"Erê, bê guman," Tîm dibêje, û hîn bêtir dikene. Paşê nanê xwe nîşanî Tînayê dide: Ev jî penîr e!

Tîna dibêje, "Ez ê ji xwe re tenê çend tûşêmiyan bînim." 

"Ev ne pêkan e," Tîm bi dengek nizm dibêje. “Te bihîst ku Xanim Bodeyê çi got.”

"Ew ê qet ferq neke," Tîna bi dengekî nizm dibêje. "Heta ku bêhnvedan biqede, ez ê vegerim vir." Ew bi dizîka direve.

 

Abspielen

Tim wartet.

Nach einiger Zeit fragt Frau Bode: „Sind eigentlich alle da?"

„Ja!" ruft Tim ganz schnell und ganz laut.

„Wir wollen lieber mal abzählen, ob auch wirklich alle 29 hier sind", sagt Frau Bode. „Wer fängt an?"

 

Abspielen

Tîm li bendê dimîne.

Piştî demekê, Xanim Bode dipirse, “Gelo hemû li vir in?”

 

Tîm bi lez û bez û bi dengekî bilind diqîre. "Erê!" 

Xanim Bode dibêje, “Çêtir e em bijmêrin da ku bibînin ka hemû 29 kes bi rastî li vir in. Kî pêşî dest pê dike?"
 

 

Abspielen

„Ich", sagt Elvira und ruft laut: „Eins!"

„Zwei!" ruft Bastian.
„Drei!" Das war Achim.
„Vier!" ruft Tim.
So geht es weiter.

„Hoffentlich kommt Tina bald", denkt Tim.
Sonst merkt Frau Bode, dass wir nur 28 sind."

„Achtundzwanzig!" ruft da schon Eva.

Einen Augenblick ist Stille. Da ruft Tim schnell: „Neunundzwanzig!"

„Gut. Dann sind wir ja vollzählig", sagt Frau Bode. Keiner hat gemerkt, dass Tim zweimal eine Zahl gerufen hat.

Abspielen

Elvîra bi dengekî bilind dibêje "Ez." û diqîre, "Yek!"

Bastîan diqîre, "Du!" 
"Sê!" Ew Achim bû.
Tîm diqîre, "Çar!" 
Û wisa berdewam dike.

Tîm difikire, "Hêvîdarim Tîna zû were.
An jî Xanim Bode dê ferq bike ku em tenê 28 kes in."

Eva diqîre, "Bîst û heşt!" 

Demek bêdengî çêdibe. Paşê Tîm bi lez û bez diqîre: “Bîst û neh!”

Xanim Bode dibêje, "Baş e. Wê demê em temam bûn."
Kesî ferq nekir ku Tîm du caran hejmar got.

 

Abspielen

„Wir nehmen eine Abkürzung", sagt Frau Bode und marschiert voraus.

Tim geht sehr, sehr langsam und guckt sich immer wieder um.

Wo Tina nur bleibt?

 

Abspielen

Xanim Bode dibêje, “Em rêyeke kurttir digirin.”

Tîm pir, pir hêdî dimeşe, her tim li paş xwe dinêre.

Tîna li ku maye?

Abspielen

Tina hat inzwischen ganz viele Himbeeren gegessen.
„Jetzt muss ich aber schnell zurück", sagt sie sich.

Aber als sie zur Ruine kommt,
sind alle schon weg.
„So ein Mist!" schimpft Tina."
Welchen Weg sind die wohl zurück?
Drei Wege führen von der Ruine weg.
Tina entscheidet sich für den linken.

Sie rennt, so schnell sie kann.
Wo sind nur die anderen?

Abspielen

Tînayê heta niha gelek tûşêmî xwariye.
Ew ji xwe re dibêje, "Niha divê ez zû vegerim." 

Lê gava ew digihîje xirbeyan, jixwe her kes çûye. Tîna gazinan dike. "Lanet be! Ew di kîjan rê de vegeriyan?“
Sê rê ji xirbeyên wêran dest pê dikin. Tîna rêya çepê hildibijêre.

Ew bi qasî ku dikare zû dibeze. Yên din li ku ne?
 

 

Abspielen

Tim bleibt schließlich stehen.
Was soll er nur machen?
Soll er Frau Bode sagen, dass Tina fehlt? Aber dann muss er ihr gestehen, dass er zweimal gerufen hat.

„Tim, du trödelst“, sagt Frau Bode. „Jetzt komm schon!" Tim geht langsam weiter.

 

Abspielen

Di dawiyê de Tîm radiweste. Divê ew çi bike? Gelo divê ew ji Xanim Bodeyê re bêje ku Tîna winda ye? Lê paşê divê ew li xwe mikur were ku wî du hijmar gotiye.

Xanim Bode dibêje, "Tîm, tu xwe diewiqînî. Were!" Tîm hêdî hêdî dimeşe.
 

Abspielen

Tina rennt und rennt. Der Wald wird immer dichter.

Sie bleibt stehen und guckt sich um.

Irgendwo knackt ein Zweig. Es raschelt im Gebüsch.

Tina hält vor Angst den Atem an.

Ein Hase hoppelt aus dem Busch vor ihr.

Erleichtert rennt sie zurück zur Ruine.
Dort nimmt sie nun den mittleren Weg. Ob das jetzt der richtige ist?

Abspielen

Tîna direve û direve. Daristan her ku diçe gurtir dibe.

Ew radiweste û li dora xwe dinêre.

Li derekê çiqilek dişkê. Dengê xişexişê ji nav devî tê.
Tîna ji tirsan bêhna xwe digire.

Kîroşkek ji nav deviyên li pêşiya wê baz dide.

Bi rihetî direve, vedigere kavilan. Li wir ew rêya navîn digire. Ma ew rêya rast e?

Abspielen

Tim hält es nicht mehr aus. „Frau Bode, halt!“, ruft er. „Tina fehlt."

Und er erzählt, was er gemacht hat.

Frau Bode schimpft gar nicht, sie wird nur sehr, sehr aufgeregt.

„Schnell zurück! Ruft alle nach Tina!", befiehlt sie. „Wir müssen Tina finden."
Alle rufen, alle rennen zurück.

Aber Tina ist weder bei der Ruine, noch bei den Himbeeren und sie antwortet auch nicht.

„Mein Gott! Wie schrecklich!", sagt Frau Bode. Sie weint fast.

„Ich muss die Polizei verständigen, mir bleibt keine andere Wahl."

Abspielen

Tîm êdî nikare xwe ragire. Gazî dike, “Xanim Bode, raweste! Tîna winda ye.”

Û ew vedibêje, ka wî çi kiriye.

Xanim Bode qet hêrs nabe; ew tenê pir, pir dikeve heyecanê.

Ew fermanê dide, "Zû vegerin! Bila her kes bang li Tînayê bike!" 
"Divê em Tînayê bibînin.“ Her kes gazî dike, her kes paşve direve.

Lê Tîna ne li xirbeyan û ne jî li tûşêmiyan e, û bersivê jî nade.

"Xwedayê min! Çiqas xirab e!" Xanim Bode dibêje. Ew hema bêje digirî.

"Divê ez gazî polîsan bikim, çareyeke din ji destê min nayê."
 

Abspielen

Frau Bode ruft: „Wir müssen schnell zum Bus. Dort liegt mein Handy.“

Alle Kinder rennen bis sie beim Bus ankommen.
Da sitzt Tina neben dem Fahrer!

„Tina!" schreit Frau Bode. „Tina, wo kommst du denn her?"

 

Abspielen

Xanim Bode diqîre, "Divê em ber bi otobusê ve bilezînin. Telefona min a destan li wir e." 

Hemû zarok heta ku digihîjin otobûsê direvin.
Li wir Tîna li kêleka şofêr rûniştiye!

Xanim Bode diqîre. "Tîna!" Tîna, tu ji ku hatî vir?"

 

Abspielen

Tina sagt kleinlaut: „Ich habe mich verlaufen. Frau Bode, es tut mir ja so leid. Ich habe große Angst gehabt."

„Meine Angst war noch viel größer", sagt Frau Bode.

„Aber meine war am größten!", sagt Tim.

 

Abspielen

Tina bi nermî dibêje, “Ez winda bûm. Xanim Bode, ez pir xemgîn im. Ez pir tirsiyam.”

Xanim Bode dibêje, "Tirsa min hîn mezintir bû.“

Tîm dibêje, "Lê ya min herî mezin bû!"
 

 

Abspielen


Ende
 

Abspielen


Dawî

 

Gehe zu …

in Landscape-Ansicht drehen